Rapora Pentagon: Bi bihayê 7 milyar dolar çekên DYA li Efxanistanê man

DYA li Efxanistanê 20 salan li dijî Talîbanê şer kir.
Lê di dawiya wê de, bi têra xwe jêre çek hişt û ji welat derket.
Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) ragihand ku dema ku hêzên wan ji Efxanistanê vekişiyan, nêzî 7 mîlyar dolar çek li pey xwe hiştin e.

Di raporê de hat gotin, ev amûr di nava 16 salan de ji aliyê DYA’yê ve radestî hikûmeta Efxanistanê hatiye kirin.

Lê piştî DYA’yê di Tebaxa 2021’an de vekişîna xwe ya ji welat temam kir, ev çek li wir mane.

Hat diyarkirin ku alavên leşkerî yên ji aliyê hêzên Amerîkayê ve li welêt mane ji aliyê hêzên Talîbanê ve hatine kontrolkirin.

Di rapora ku ji Kongreyê re hat şandin de hat ragihandin ku Wezareta Parastinê ji bo ‘hilweşîn an tunekirina’ amûran vegere Efxanistanê ti planek nîne.

Li gor raporê, Amerîkayê ji sala 2005’an heta Tebaxa 2021’ê bi giştî 18,6 milyar dolar kelûpel dane Hêzên Parastina Neteweyî û Ewlekariya Neteweyî ya Efxanistanê (ANDSF).

Piştî ku DYA 2021 vekişiya, 7,12 mîlyar dolar amûr li Efxanistanê ma.

Di nava van alavan de, çekên dij balafiran, cebilxaneyên hewa-erd, wesayîtên leşkerî, çek, alavên ragihandin û peywendiyê hene.

Back to top button