Qral Selman bi endamên konseya Serokatiya Yemenê re civiya

Qralê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz li Koşka Selamê ya li Ciddeyê pêşwaziya Serokê Konseya Serokatiya Giştî ya Yemenê Reşîd el-Uleymî û şandeya pê re kir.

Qral Selman di hevdîtina ku welîehd Mihemed Bin Selman jî beşdar bû, piştevaniya Erebistana Siûdî ji Civata Serokatiyê ya Yemenê nîşan da û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Serok û endamên meclisa serokatiya Yemenê jî ji ber pêwşwazîkirinê Qral Selman û welîehdê wî pîroz kirin.

Di hevdîtinê de, hewlên Erebistana Siûdî ji bo pêkanîna aştiyê li Yemenê û navçeyê hatin nirxandin.

Piştî desthilatên Abdurabbu Mansûr Hadî ji bo Konseya Serokatiyê ya nû ya Yemenê hate veguhestin rêveberiya Riyadê keyfxweşiya xwe anî bû ziman.

Erebîstana Siûdî û Îmaratê soza 3 milyar dolar alîkariya bo Yemenê dabûn.

Husiyên li Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike, ji Îlona 2014’an ve paytext Sana û hin herêm din kontrol dikin.

Hêzên koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî ji Adara 2015’an ve li dijî Hûsiyan piştgiriya hikûmeta Yemenê dike.

Di şerê ku 7 sal in li welêt dewam dikin de, nêzî 377 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button