“Li Parîsê seferberiya qertpostalan”

Di çarçoveya têkoşîna li dijî tecrîdê, li paytexta Fransayê Parîsê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîneke gel hat lidarxistin.

Di civîna ku pêngava “ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” û geşedanên heyî hatin nirxandin.

Di civînê de wiha hate gotin: “Pêkanîna azadiya Rêber Apo, erka sereke ya me Kurdan e.

Piştre jî ji bo kampanyaya “ji Îmraliyê re 100 hezar kert” bi awayekî komî ji Rêber Apo re kart hatin şandin.

Ji Strasboûrgê ji bo Îmraliyê qert: Tu vîna me yî

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê jî civîneke gel hat lidarxistin û “ji Îmraliyê re 100 hezar qert” hat şandin.

Endama TJK-F’ê Bîşeng Cûdî di civînê de axivî û got:

“Rêberê Apo, vîna gelê Kurd e. Rêberê me muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd e.”

Cûdî bal kişand bi ser kampanyaya “Ji Îmraliyê re 100 hezar kert” û got:

“Di sala 25’an a Komploya Navneteweyî de tecrît hîn girantir bûye.

Lê belê xeta sor a gelê Kurd Rêbertî ye. Bi şandina qertan em diyar dikin ku vîna me Serok Apo ye û bêyî wî çareserî nabe.”

Li Parîsê ji bo azadiya Rêber Apo meşek hat lidarxistin

Back to top button