Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê operasyonên xwe yên li Iraqê sekinand

Piştî biryara parlamena Iraqê ya ji bo derxistina hêzên biyanî, Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê operasyonên xwe yên li Iraqê sekinand. Her weha koalîsyonê bal kişandin ser parastina baregehên Iraqî yên ku endamên koalîsyonê lê bi cih dibin.

Koalîsyonê li ser malpera xwe ya Twitterê bi daxuyaniyekê diyar kir ku operasyonên xwe yên ku li Iraqê dane rawestandin parve kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku perwerdeyên bi hevkarên koalîsyonê re û piştgiriya wan a ji bo operasyonên li dijî DAIŞ`ê tên rawestandin.

Her wiha hat diyarkirin, tevî ku ev operasyon hatine sekinandin, wê xebatên wan yên weke têkoşîna li dijî propagandaya DAIŞ’ê, pêkanîna ewlehiyê dewam bikin.

Hêjayî gotinê ye ku 5’ê Çileyê parlamena Iraqê hebûna hêzên biyanî li ser xaka Iraqê qedexe kiribû.

Leave a Reply

Back to top button