Endamên meclisên kantona Minbicê yên ku bi şehîd Zelal re civiyabûn soza şopandina rêya wê û domandina têkoşînê heya pêkanîna azadiyê dan.
Derbarê rola şehîda Zelal de hevserokê Meclisa Xeta El Muhteriq a kantonê Munîr El Ewed wiha axivî:
“Hevrêya me Zelal 5 salan rêvebera xeta El Muhteriq bû.
Ew xwedî exlaqên bilind bû û ji karê xwe hez dikir.”
Endamê Komîteya Lihevanînê ya xeta rojava ya kantona Minbicê Şêxo Mihemed diyar kir ku dijmin hewl didin îradeya jinan têk bibin û tirsê di dilên wan de ava bikin.
Her wiha, hevseroka xeta Farat a kantonê Helîme El Cuma jî wiha bahsa şehîd Zelal kir:
“Em ê heta pêkanîna serkeftinê, têkbirina dagirkeriyê û rizgarkirina xaka xwe şopdarên rêya wê bin.”
Endama Komîteya Lihevanînê ya xeta rojava Fatme El Mensûrî jî têkildarî mijarê de got:
“Em jî soz didin ku rêya wê û ya hemû şehîdên ku xwe ji bo azadiya gel û azadiya jinan canê xwe feda dikin”.
Jinên herêmê: Divê sûcdaranên şehîdkirina Zelal Zagros werin darzandin