Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameyên şervanên xwe Şiyar Hesekê û Cemal Şikakî ku şehîd bûne, eşkere kir.
Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir şervanê wan Şiyar 25’ê Îlonê û Cemal jî 27ê Îlonê, li Hesekê ji ber nexweşiyê gihiştin şehadetê.
YPG’ê ji malbatên şehîdan û gel re sersaxî xwest û derbarê herdu şervanan de wiha got:
“Heval Şiyar, bi geşbûna şoreşê ve di sala 2012’an beşdarî nav refên me bû.
Hemû erk û berpirsiyartiyên xwe bi kedkarî û fedekariyek mezin bi cih anî.
Heval Cemal jî di sala 2011’an beşdarî refên şoreşê bû û ji destpêka şoreşê heta kêliya dawî ya jiyana xwe bi berpirsiyartiyek mezin xwedî li erkên xwe derket.
Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê nasnameyên şehîdan wiha ne:
Hisên Silo bi nasnav Şiyar Hesekê, 25 Îlonê li Hesekê şehîd buye.
Cuma Elî bi nasnav Cemal Şikakî 27’ê Îlonê li Hesekê şehîd buye.