Rojnameyeke Danîmarkî di rûpela xwe ya sereke de îlana ‘Ji Ocalan re azadî’ weşand

Rojnameya Danîmarkî ya ku 20 milyon kes dişopînin, di salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo de, di rûpela xwe ya sereke de îlana ‘Ji Ocalan re azadî’ weşand.

Rojnameya Danîmarkî ya xwedî tîrajek herî bilind Jyllands-Posten, ku 20 milyon şopînerên wê hene, di salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de, bi îlana ‘Ji Ocalan re azadî’, daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.

Rojnameyê di îlana xwe de bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêber Apo û girîngiya paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk.

Di dawiya îlanê de jî hate destnîşankirin ku ji bo azadiya Rêber Apo divê zêdetir xebatên dorfireh bên kirin û daxwaz ji Danîmarkayê hate kirin ku ji bo têkoşina li dijî kirinên Tirkiyê zêdetir bibin xwedî rol.

Back to top button