Li bajarê Kobanê nexweşxaneyeke nû tê avakirin

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê ragihand ku li Kobanê dest bi avakirina nexweşxaneyeke giştî kiriye.

Desteyê, avakirinan nexweşxaneyê bi daxuyaniyekê ragihand.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ehmed Mehmûd diyar kir ku xebatên avakirina nexweşxaneyê dê di nava sal û nîvekê de bi dawî bibe.

Mehmûd anî ziman ku dê di nexweşxaneyê de hemû beş hebin.

Nexweşxane li başûrê bajarê Kobanê li ser rêya Helebê tê avakirin û qada wê 11 hezar metre-çargoşe ye.

Li gorî planê, dê nexweşxane ji 5 qatan û jêrzemînekê pêk were.

Back to top button