Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrî îro dest bi tomarkirina erebeyan kir

Gerînendetiya Veguhastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi nimrekirina erebe û sivikkirina risûman kir.

Rêveberiya Xweser yekkirina qanûna tomarkirina erebeyan di 8’ê Hezîrana 2020’an de li gorî qanûna bi jimara /4/ ragihand.

Naveroka qanûnê 14 madeyan di navbera 7 rêveberiyên li Bakur û Rojhilatê Sûrî dihewîne.

Li gorî qanûnê ji îro de gerînendeyê dest bi tomarkirina erebeyan kir.

Gerînendetiya Veguhastinê 15 roj ji temamkirina kaxizan re diyar kir.

Her wiha mehek jî ji bo derxistina erebeyên ne li gorî wesfên li herêmên Rêveberiya Xweser tê xwestin, diyar kirin.

Back to top button