Hêzên hikumeta Şamê Idlibê topbaran kir 2 kes hatin kuştin

Hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran herêmên Idlibê topbaran kirin, di encamê de 2 kes hatin kuştin, zaroke û zilamek bi giranî birîndar bûn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), şeva borî hêzên hikumeta Şamê yên li derdora herêma ′bêçek′ bi cih bûne herêmên gundewarên Idlibê topbaran kirin.

Di encamê de 2 kes hatin kuştin, zarokek û zilamek bi giran birîndar bûn.

SOHR′ê diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê kampeke li derdora Sermîn a li rojhilatê Idlibê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ′Tehrîr El Şam′ de ye topbaran kir.

Li gorî SOHR′ê, ji ber topbaranê hin kon şewitînin û birîndar rakirina nexweşxaneyê.

Back to top button