Iraq û Totalenergies peymanek gaz û enerjiyê îmze kirin

Hikumeta Iraqê bi şîrketa Fransî TotalEnergies re peymana projeyên mezin ku nirxê wê 10 milyar dolar e, îmze kir.

Ji bo gaza li başûr bê xebitandin û hilberandina enerjiya rojê, sala 2021’an projeya megayê hat eşkerekirin.

Têkildarî projeyê demek dirêj e geşedan heye û danûstandinên zehmet tên kirin.

https://www.reuters.com/business/energy/iraq-totalenergies-sign-27-bln-deal-energy-projects-2023-07-10/

Şefê şîrketa TotalEnergies Patrîck Poûyanne û Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayan Ebdûl Xanî li Bexdayê bi merasîmekê peyman îmza kirin.

Rêveberê şirketê yê Fransî got, ewê di nava 4 salên bê de 10 milyar dahatûyê bidest bixin.

Armanca projeya destpêkê ew e ku ji bo gaz bê tedarîkkirina santralên elektrîkê, gaza ku ji sê qadên petrolê dişewite, car din were qezenckirin.

Projeya din, armanc dike ku ji bo şebekeya elektrîkê ya li herêma Basrayê ya li başûr, santraleke enerjiyê ya roja mezin a bi 1 GW bê pêşxistin.

Bi projeya sêyem armanc ew e ku hilberandina qada petrolê Artavî ya li başûrê welat, di rojê de bê derxistina 210 hezarî.

Projeya dawî jî ew e ku ji bo cihên petrolê ava pêwîst bê pêkanîn û tevkariyê li ava vexwarinê ya Basrayê bikin, wê tesîseke paqijkirina ava deryayê bê avakirin.

Li gorî hejmara ku bi merasîma li Bexdayê hatî eşkerekirin, ev proje wê di encamê de derfetê 5 milyon ava varîlê dide.

TotalEnergies plan dike ku xebatan sala 2027-2028’an biqedîne.

Back to top button