Desteya Giştî ya NY biryara îlhakê ya Şûsya şermezar kir

Desteya Giştî ya NY ji bo 4 herêmên Ukrayna ku Rûsya ew weke parçeyek ji xaka welat nîşan dayî şermezar kir.
Di dema ku 143 welatan piştgirî dan pêşnûmeyê, Rûsya jî di nav de, 5 endam li dijî wê deng dan.
Serokê Ukrayna Zelensky jî bi peyamekê biryar pîroz kir.

Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo 4 herêmên Ukrayna ku Rûsya ew xistine bin kontrola xwe û bi xaka welat ve girê daye şermezar kir.

Di civîna Desteya Giştî ya ku ji 193 endaman pêk tê de, Tirkiye jî di nav de 143 welatan dengê erê dan pêşnûmeya biryarnameyê ya li ser xistina herêmên Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve.

Ji derveyî Rûsya, Sûriye, Nîkaragua, Koreya Bakur û Belarûs li dijî pêşnûmeya biryarê derketin.

Çîn û Hindistan jî di nav de 35 welat bêalî man.

Erebîstana Siûdî, Îmarat û Brezîlya ku di dengdanê de helwesta wan balkêş bû, tevî bendewariyên hin derdoran berovajî vê yekê piştgirî dan pêşnûmeyê.

Hêjayî balkişandinê bû ku 19 ji wan welatên ku deng nedabûn ji parzemîna Afrîkayê bûn.

Di nav wan de Afrîkaya Başûr jî hebû.

Pakîstan û Kuba jî ji dengdanê bê alî man.

Di pêşnûmeya biryarê de referandûma Rûsyayê ya li Donetsk, Luhansk, Zaporijiya û Xersonê wekî îlhaqkirinê hate pênasekirin.

Hat pêşbînîkirin ku tavilê hêzên Rûsyayê ji van herêman vekişin.

Rûsya li van herêmên navborî di navbera 23-27’ê Îlonê de referandûm pêk anîbû.

Ji Zelensky spasî bo welatên dijî Rûsya derketîn

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky piştî Civîna Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di peyama xwe ya li ser Twitterê da spasiya 143 welatên ku piştgirî dane vê biryara ku bi dîrokî binavkirî kir.

Zelensky got,

“Cîhan wê bêje: Hewldana îlhaqê ya Federasyona Rûsyayê bê qîmet e û wê tu carî ji aliyê neteweyên azad ve neyê naskirin.”

Biryara ku di Desteya Giştî ya NY de hatiye girtin ne mecbûrî ye, lê xwedî wateyeke sembolîk e.

Biden piştevaniya banga Desteya Giştî ya NY kir

Li aliyekî din Serokê DYA Joe Biden jî bi peyamekê piştevaniya biryarê da.

Biden got;

Li Desteya Giştî ya NY îlhaqkirina parçeya xaka welatê cîran bi xweşî nayê pêşwazîkirin.

Back to top button