Menendez: Ez rê nadim firotina f-16 bo Tirkiye pêk bê

Li Amerîka ji bo firotina çekan bû welatên derve divê Senato biryarê bide.
Ev yek jî di pêşnûmeya Qanûna Destûrnameya Parastina Neteweyî ya Amerîkayê (NDAA) de pêk tê.
Daxwaza Tirkiyê ya kirîna balafirên F-16 bi şertan ve hatiye girêdan.
Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Bob Menendez jî got:
Heta ku Erdogan li Rojhilatê Derya Spî dest ji helwesta xwe ya êrîşkar bernede ez ê biryarê qebûl nekim.

Amerîka di pêşnûmeya Qanûna Destûrnameya Parastina Neteweyî ya Amerîkayê (NDAA) ya bo 2023’an de du guhertin pêk anîn.

Ev yek jî li ser daxwaza Senatorê New Jersy Bob Menendez û Senatorê Maryland Chris van Hollen pêk hat.

Di vê guhertinê de, firtona balafirên F-16 bo Tirkiyê bi şertan ve hate girêdan.

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê Bob Menendez di peyama xwe ya li ser hesabê Twitterê weşand de wiha got,

“Heta Erdogan helwesta xwe ya êrîşkar a li Rojhilatê Deryaya Spî nerawestîne wê firotin pêk neyê.”

Menendez li ser wê yekê jî zêde kir ku heta ev helwesta wî wê ne tenê ji bo balafrirên F-16 lê di her mijareke li dijî Tirkiyê de pêk were.

Menendez li ser nûçeya Greek Reporter a bi sernavê “Senatoya Amerîkayê rêziknameyên sînordarkirina firotina balafirên F-16 ji Tirkiyeyê re terikand” kir û got:

“Qanûna Destûra Parastina Neteweyî (NDAA) tenê amûrek e ji bo pêşdebirina berjewendiyên Amerîkayê yên li Rojhilatê Derya Spî ye.”

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê Menendez got,

“Bila ez eşkere bibêjim.

Heta ku Erdogan helwesta xwe ya êrîşkar li herêmê rawestîne, ez ê tu mijarên têkildarî F-16an ji bo Tirkiyeyê nepejirînim. Evqas…”

Piştî ku Senato pêşnûmeya NDAA temam bike, wê bi versiyona Meclîsa Nûneran re hevbeş were nivîsandin û ji bo erêkirinê ji maseya Serokê Amerîka Joe Biden re were şandin.

Zêdekirineke bi heman rengî ku kirîna F-16 ji aliyê Tirkiyê ve girêdide, li Meclîsa Nûneran a NDAA’yê hate zêdekirin.

Lê tê payîn ku di metna hevpar de ev zêdekirin bên rakirin.

Menendez guhertoya pêşnûmeya NDAA ya 2023’an a ku budçeya Pentagonê jî di nav de ye pêşkêşî Meclisa Nûneran kir û heman lêzêdekirina pêşnûmeya Senatoyê ya ku firotina F-16 ji Tirkiyê re bi şertan ve girê da.

Back to top button