Koreya Bakur 2 moşekên Kruz ceriband

Koreya Bakur moşekên menzila wan dûr ceribandin.
Rêveberiya Pyongyangê ragihand ku moşkên Kruz yên bi armanca nîşandana hêza wan ya çekên nukleerî yên taktîkî 2 moşek ceribandine.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Koreya Bakur KCNA vê sibê ragihand ku lîderê welat Kim Jong-un kêfxweşiya xwe ya mezin bi serkeftina vê ceribandinê nîşan da.

Di dema ceribandinê de Kom Jong-un bi xwe li herêmê bû.

Her wiha KCNA’yê ragihand ku piştî durahiya 2 hezar kîlometre li ser deryayê re, moşekên Kruz li armancên hatibûn diyarkirin ketine.

Ji despêka salê ve pyongyangê bêtirî 20 moşek ceriband

Tê zanîn ku rêveberiya Pyongyangê ji destpêka sala 2022’an heta niha, bêtirî 20 ceribandinên moşekên balîstîk li menzîlên cuda pêk anîne.

Ev yek jî tê wateya binpêkirina biryarê NY.

Rêveberiya Amerîka jî ji despêka salê ve ev helwesta hikumeta Pyongyangê weke bakişandina li ser xwe pênasekiribû.

Back to top button