Di 5’ê vê mehê de di roja şehadeta Arîn Mîrkan de, Festîvala Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê li Kobanê dest pê kir îro jî bi dawî dibe .
Her wiha Mîhrîcana 3’yemîn a şehîd Bawer Agir jî îro li Kobanê dest pê kir.
Arîn bisk û zulfên aşîtiyê ye, navê vê Festîvalê ji şehîd Arîn Mîrkan hatiye..
Rêjejeyeke mezin a xelkê herêma Firatê berê xwe da Kobanê da ku beşdarî vê festîvalê bibe ..
Şanoyên cur be cur di Festîvalê hatin pêşkeşkirin ..
Deseteya Çandê û Tevçand yên herêma Firatê ev Festîval bi rêxistin kirine ..
Festîval dê 14’ê mehê de bi dawî bibe ..
Mihrecana 3’yemîn a şehîd Bawer Agirî dest pê kir
Îro li Kobanê Mîhrîcana 3’yemîn a şehîd Bawer Agir dest pê kir.
Mîhrîcana jî aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firat hatiye orgenîz kirin..
Bi sedan şêniyên kantona Kobanê tê de hazir bûn.
Di mîhrîcanê de komên ji Reqa, Minbic û Kobanê hatin berhemên xwe pêşandan.
Mîhrîcan dê sibe pêncşem bi dawî bibe.