“Azadiya Rêber Ocelan garantiya aştiya li herêmê ye”

Endamê Komîteya Azadiya Rêber Ocalan Dr. Hekîm Ebulkerîm diyar kir ku bi azadiya Rêber Ocalan re wê pirsgirêka Rojhilata Navîn çareser bibe.

Dr. Hekîm destnîşankir ku azadiya Rêber Ocalan, wê bibe sedema çareserkirina pirsgirêka Rojhilata Navîn û got:

“Piştî bihara Ereb û serhildana Suriye, Rojavayê Kurdistanê, niha jî serhildana gelan ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê heye..

Li gorî me wê fikrên Rêber Ocalan li ser bûyerên herêmê bandorker be.”

Dr. Hekîm di dawiya axaftina xwe de dibêje;

“Dijminên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê fikrên Ocalan dibînin û pêhesiyane..

her kes zane ew dikare desthilatdariya klasîk ya dewletê bişkîne.

Ji bo vê azadiya Rêber Ocalan, garantiya aştiya li herêmê ye.”

Back to top button