Xerîb Hiso: Komploya navneteweyî negihêşt armanca xwe

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê Xerîb Hiso piştrast kir ku hêzên komploger armancên xwe yên Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk neanîne û got “Hêzên ku li ser esasê xeta sêyemîn, rêxistinkirina civakê bi xwe re esas digrin wê bi ser bikevin.”

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso derbarê komploya navneteweyî ji ajansa haware re axivî.

Xerîb Hiso di destpêka axaftina xwe de Komplo şermezar kir û balkişand ser sîstemên desthilatdar ên li Rojhilata Navîn serwerin û got:

“Fikir û felsefeya Rêber APO şoreşeke ku rêgez û pîvanên şoreşgerî û civakî ava dike, hêzên desthilatdar jî vê yekê ji xwe re xeter dibînin.

Ji ber vê van hêzan dewleta dagirker Tirkiyê xistin tevgerê da ku şoreş ku bi fikrê Rêber APO li heremê pêşketiye têk bibin..”

Hiso bi derbasbûna 24 sal li ser komplo, encama komploya dewletên komploger nirxand û ev tişt anî ziman:

“Dewletên komploger negihîştin armancên xwe ji ber ku hemû pêkhate, çand, rêxistinên hiqûqî, tevgerên çepgir, rêxistinên civaka sivîl, şoreşgerên li cîhanê li derdora fikra wî civîn û deng li cîhanê veda.”

Di derbarê siyastea qedexekirina hevdîtina malbat û parêzerên Rêber APO hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axaftina xwe wiha domand:

“Dewleta Tirk tecrîdê li dijî rêber Ocalan ferz dikin û mafên wî yên medenî qedexe dikin ji bo dengê rêber Ocalan negihîne civak û çandan.

Berxwedana Rêber APO li hemberî tecrîd, binpêkirin û bêdengiya navneteweyî îsbat kir ku zagonên navneteweyî xizameta berjewndia faşistan dike .”

Xerîb Hiso di dawiya axftina xwe de balkişand ser xetmandna dagikeriya Tirk di hundir de û ev tişt got:

“Dewleta Tirk ber bi hilweşîn ve diçe, dagirkeriya Tirk bi şerê li hemberî Gerîla, QSD û YBŞ’ê tu sûdê nagire, berûvajî wê têk diçe.

Rêbaza herî guncaw ji bo çareseriya li Tirkiyê serbestberdana rêber Ocalan e, ji ber ew kilîta aştî, biratî û demokrasiyê ye.”

Back to top button