Sancar: Heger Tirkiyê pirsgirêka Kurd çareser kiribe çima zarokên Kurd tên kuştin?

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk ya Gelan-HDP’ê bersiv da serokê rêjima dewleta Tirk Erdogan ku gotubê pirsgirêka Kurd tune ye û hatiye çareserkirin.
Sancar got, Ger we pirsgirêka kurd çareser kiribe, çima panzêr zarokên kurd dikujin?
Her wiha Sancar diyar kir HDP bi bawerî û hêza gel rêya xwe didomîne.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar, li Meclîsê civîna heftane ya koma partiya xweli dar xist û mijarên di rojevê de nirxand.

Sancar bal kişande li ser doza girtinê ya li dijî partiya wan û diyar kir ku yên ku nizanin HDP ramanek, tevgerek, hêza guhertinê ye, plan û komployên li dijî wan encamê nagirin.

Sancar wiha got,

“HDP partiya gel e û nava gel hatiye. HDP bi hêz, bawer û berpirsiyariya ku ji gel girtiye rêya xwe berdewam dike.
Em amade ne ku her tiştê ku hewce dike û ya dikeve ser milê me em bikin.”

Sancar bal kişande li ser axaftina serokê rêjima dewleta Tirk Erdogan ku di vekirina îsal ya Meclisa Tirk de kir, ku gotuba pirsgirêka Kurd tune ye û hatiye çareser kirin.

Sancar diyar kir Meclîs bi înkarkirina pirsgirêka kurd vebû û got,

Yek ji pirsgirêkên vî welatî ya bingehîn pirsgirêka kurd e. Polîtîkaya şer, înkar û îmhayê xistin dewrê û dibêjin me pirsgirêka kurd çareser kiriye.

Ger pirsgirêk çareser buye wê demê çima bi hezaran siyasetmedarên hilbijartî di girtîgehê de ne? Hûn çima zextên li ser Kurdî, înkar û mêtingeriyê dewam dikin.? Çima panzêr hin jî li bajarên Kurdan zarokan dikujin?

Back to top button