Ji ber lehî..li bajarê Atamî yê Japonyayê ji 1oo kesî agahî nayê girtin

Li Japonyayê ji ber lehî û hezîna erdê, 3 kes mirin û ji 100 kesî agahî nayê girtin.

3 Tîrmehê li bajarê Atamî yê Japonyayê ji ber barana zêde lehî rabû û erd heziya.

Li gorî nûçeya Rojnameya The Guardian, jimarê kesên di lehiyê de winda bûn ji 20 kesî derket 100’î.

3 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

23 kes hatin rizgakirin.

Di karesatê de 10 mal û avahî hilweşiyan û ziyan gihiştiye 130 avahiyê.

Her wiha ji bo ewlekariyê biryara valakrina zêdeyî 20 hezar malan jî hate dayîn.

Tîmên rizgarkirinê xebatên xwe yên li herêmê didomînin.

Her sal di meha Hezîran û Tîrmehê de, baranên havînê yên demsalî dibarin.

Tê texmîn kirin ku dawiya hefteyê pêla baranê ber bi deryaya Japonya ya li rojavayê welat ve biçe.

Back to top button