Şêniyên Dêrazorê: Divê çeteyên DAIŞ’ê demildest werin darizandin

Şêniyên Dêrazorê xwestin çeteyên DAIŞ’ê û piştevanên wan di zûtirîn dem de werin darizandin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10’ê Hezîranê de bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê çeteyên DAIŞ’ê yên li gel xwe bidarizîne.

Girêdayî vê mijarê, welatiyê bi navê Elî El Ehmed ê ji gundewarê rojhilatê Dêrazorê ye got:

” DAIŞ’ê gelek sûc li dijî şêniyên herêmê kirine û heta niha jî şaneyên wan ên veşartî sûcan dikin.

Êrişên çeteyên DAIŞ’ê hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê û vejandina DAIŞ’ê, têne kirin.”

Welatiyê bi navê Yehya El Elî yê ji gundewarê rojhilatê Dêrazorê ye ev tişt anî ziman:

“Metirsiya çeteyên DAIŞ’ê heye. Vê dawiyê me dît çawa hewl didin ji girtîgehan birevin, ev jî metirsiyê dide gelên herêmê û welatên derdorê.

Divê Neteweyên Yekbûyî û dewletên xwedî bandor ên li Sûriyeyê terorîstan darizînin û wan ji herêmê derxin

Divê çeteyên DAIŞ’ê di zûtirîn dem de werin darizandin da ku tu sûcên terorî li dijî şêniyên herêmê neyên kirin.”

“Hebûna çeteyên DAIŞê yên girtî di warê aborî û ewlehiyê de barek e”

Hevserokê Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê Mihemed El Hîlal jî wiha axivî:

“Doza çeteyên DAIŞ’ê yek ji dozên herî bi girêk li pêşiya Rêveberiya Xweser e.

Divê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî çeteyên DAIŞ’ê li herêmê di dadgeheke navneteweyî de bên darizandin.

Hebûna çeteyên DAIŞ’ê li herêmê metirsiyê dide şêniyan û eger rewşên revê ji girtîgehan çêbibin dê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyar be.”

El Hîlal da zanîn ku hebûna çeteyên DAIŞ’ê yên girtî di warê aborî û ewlehî de barek e.

Darizandina çeteyên DAIŞ’ê demeke nêz dest pê dike

Back to top button