Sûdanê destûra vegerandina nûnerên dîplomatîk da

Di çend rojên borî de ji ber şer û nakokiyên navxweyî yên li Sûdanê, deriyên vegera dîplomatîk hatibûn girtin.
Artêşa Sûdanê destûra vegera wan ya ji bo welatên xwe da.

Piştî şerê li Sûdanê deriyên vegerên nûnerên dîplomatîk hatin girtin.

Ji destpêka şerê li Sûdanê ve, nûnerên dîplomatîk yên welatan li Sûdanê asê mabûn û nekaribûn vegerin welatên xwe.

Fermandarê Artêşa Sûdanê Ebdulfetah El Burhan di derbarê vegerandina nûnerên dîplomatîk ji bo welatên wan, daxuyaniyek belav kir.

Ebdullfetah El Burhan da zanîn ji bo dabînkirina hevkariya pêwîst ji bo vegerandina nûnerên dîplomasî yên li Sûdanê, xebat dikin û wiha got:

“En pêşbînî dikin ku di çend saetên pêş de ev proseya vegerandina hemû nûneran ji Sûdanê wê destpê bike.

Emerîka, Brîtanya, Fransa û Çîn dîplomat û welatiyên xwe, wê bi balefirên veguhestinê yên leşkerî yên hêzên çekdarî wê ji Hartûmê vegerînin.”

Back to top button