Balafirgeha Herîr a li Hewlêrê bi dronan hate armanc girtin

Li dijî Baregeha Herîr a hêzên Amerîkî ya li başûrê Kurdistanê êrişek bi dronan hate kirin.
Hêzên Amerîkayê li Dêrazorê êrişî cih û depoyên çekdarên Îranê kir.
Berdevkê Pentagonê diyar kir ku Amerîka ji bo parastina hêzên xwe û hevpeymanên xwe li herêmê sîstema parastinê ya Patriot bi cih kiriye.

Careke din balafirgeha leşkerî Herîr ya hêzên Amerîkî ya li başûrê Kurdistanê hate armanc girtin.

Di seatên nîvro de dronek bombebarkirî êrişî balafirgeha leşkerî ya Herîrê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê kirin.

Hat gotin drona bombebarkirî li nêzî salona balafirgehê ketiye xwarê, ji bilî ziyanên madî ti ziyanên canî çênebûne.

Li gorî agahiyan balafirgeh ji ber metirsiya dubarebûna êrişan niha hatiye valakirin.

Dêra Zor – Amerîkayê êrişî xalên çekdarên îranê kir

Piştî êrişa li dijî baregeha Herîr, Hêzên Amerîkayê li Sûriyê êrişî xalên çekdarên Îranê kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku Amerîkayê cih û depoyên çekan ên çekdarên bi ser Îranê yên li Dêrazorê bombebarankirin.

Li gorî çavdêriyê, di nava 3 heftiyan de Emerîkayê 6 caran baregehên çekdarên Îranê yên li Dêrazorê armanc girtine.

Di encama êrişan de 6 leşker hatine kuştin û 10 leşker jî birîndarbûne.

Amerîka li Iraq û Başûrê Kurdistanê sîstema patriot bi cih kir

Êrişên li dijî baregehên Hêzên Amerîkî yên li Iraq û başûrê Kurdistanê zêde bûne.

Li ser zêdebûna êrişan Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Pat Ryyder di civînek çapemeniyê de aixivî.

Pat Ryyder ragihand ew bersiva wan êrişên ku li ser hêzên wan ên li Iraq, Herêmê pêk tên bidin.

Her wiha diyar kir wan ji bo parastina hêzên xwe û hevpeymanên xwe li Iraq û Başûrê Kurdistanê sîstema parastinê ya patriot bi cih kirine.

Pat Ryyder eşkere kir ku bicihkirina sîstemê tenê ji bo parastina hêzên wane û li ser ti aliyek nabe metirsî.

Back to top button