Ciwanên herêma Firatê li dijî êrişan meşek girseyî li dar xistin

Ciwanên Herêma Firatê ,Til Hemîs û Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê bi çalakiyên cuda şermezar kirin û destnîşan kirin ku têkoşîn û berxwedana wan heta dawî berdewam bike.

Êrişa li dijî navenda Ciwanan ya li Minbicê li gelek deveran hate şermezarkirin.

Ciwanê Herêma Firatê meşek girseyî li dijî êrişên dewleta tirk a dagirker û armanc girtina navenda ciwanan a Minbicê li darxistin.

Meş li qada jina azad ya li Kobanê destpêkir û li qada şehîd Egîd veguherî mîtingê

Di mîtingê de li ser navê Tevger ciwanan Ehmed Mihemed axivî û got:

“Ciwan dînemîka civakên e û ji ber wê dewleta tirk a dagirker ji wan ditirse”

Her wiha Ciwanên ku tevlî meşê bûn jî ji televizyona me re axivîn û êrişên dewlat Tirk a dagirker şermezar kirin.

“Ti êriş nikare berxwedan û têkoşîna ciwanan têk bibe”

Li Minbicê jî bi dehan Endamê ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên ciwan li hev kom bûn û êrişa li ser navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ji ber ciwan dînamîka civakê û kevirê bingehîn ê avakirina civakên azad e dewleta Tirk a dagirker hewl dide wan hedef digire.

Em êrişan şermezar dikin û dibêjin tiştek nikare vîn û berxwedana ciwanan têk bibe.”

Ciwanên Til Hemîsê: Berxwedana me ya li dijî êrişan wê mezin bibe

Bi dehan ciwanên Til Hemîsê jî li pêşiya Meclisa Navçeyê kom bûn û bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku hedefgirtina navenda ciwanan, wê israra wan berxwedana li dijî êrişan zêde bike.

Ciwanên Dêrazor êrişa li dijî navenda ciwanan a Minbicê şermezar kir

Bi heman armancê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Dêrazorê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ew ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam bikin.

Back to top button