Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk ku duh li Til Birakê hatibû lidarxistin, îro di roja 2’emîn de bi dawî bû.
Di roja duyem a festîvalê de berhemên cuda yên pêkhateyên herêmê hatin pêşandan.
Festîval duh li navçeya Til Birakê ya Hesekê bi dirûşma “Em ê bi rihê çanda neteweya demokratîk Bakur û Rojhilatê SÛriyê biparêzin û azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin” destpê kir û îro di roja 2’an de bi dawî bû.
Ji saetên sibê ve, bi sedan şêniyên kantonên Qamişlo û Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî festîvalê bûn.
Di roja duyemîn de komên stran û govandê yên pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen û hin komên ji Reqa û Tebqayê berhemên xwe pêşandan.
Her wiha Koma Cûdî, Koma Govendan a Asûrî, Koma Stran, Koma Şehîd Darsîn a Tevgera Hîlala Zêrîn û gelek hunermendan berhemên xwe pêşkêş kirin.