Bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê, bi pêşengiya TAJÊ komxebatek hat li darxistin.
150 jin beşdarî koxebatê bû. Jinên beşdarî komxebatê bûn diyar kirin ku ew ê li dijî tecrîd, zordarî û pilanên dijmin bisekinin û hevgirtina xwe xurtir bikin.
Komxebat ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ’ê) ve hat bi rêxistinkirin.
Sê semîner hatin dayin.
Di semînera yekemîn de fermandara YJŞ’ê axivî.
Hêza Şengalî got, “ti hêz nikare îradeya me bişkîne.”
Piştî Hêza Şengalî bi navê jinên Ereb yên Şengalê Fatîme Mistefa jî semînerek bi zimanê Erebî da.
Fatîme Mistefa berxwedana YJŞ silav kir û diyar kir ku YJŞ hêza wan ya parastinê ye û ti kes nekare têk bibe.’
Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Ferîde Şengalî jî semînerek da û got:
Divê em Êzidî doza xwe biparêzin.
Piştî semînerê TAJÊ ji ber parastina jinên Êzidî wêneyê Rêber Abdullah Ocalan diyarî YJŞ’ê kir.
Dayîkên Şengalê diyariya TAJÊ dan fermandara YJŞ’ê Hêza Şengalî.
Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo jî di komxebatê de axivî û wiha anî ziman:
Em deyndarên Rêber Apo ne.
Emê li dijî tecrîd, zordarî û pîlanan bihevre bisekinin.