Cenazeyê şehîd Eyad Ibadî El Hisên li Şedadê hate oxirkirin

Cenazeyê endamê Hêzên Asayişê Eyad Ibadî El Hisên li Goristana Şehîdan hat Şedadê hat oxir kirin. Di merasîmê de soza pêk anîna armancên şehîdan hat dayîn.
Li Qamşlo jî şehîdên teqîna sûka bajêr hatin bibîranîn.

Endamê Hêzên Asayişê Eyad Ibadî El Hisên 9`ê Mijdarê di encama kirîza dil de şehîd bûbû.

Şêniyên navçeyê, malbatên şehîdan û endamên saziyan bi merasîmekî cenazeyê şehîd li goristana navçeyê oxirkirin.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Îman El Ferec sersaxî ji malbatê re xwest û diyar kir ew bi şehîdan serbilind in.

Endamê Hêzên Asayişê Nacî El Şeîr jî sersaxî da malbata şehîd û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna şehîdan berdewam bikin.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra El Ebid wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.

DI salvegera 4. de şehîdên teqîna sûka Qamşlo hatin bibîranîn

Li aliyê din Şêniyên Qamişlo di salvegera çaremîn de şehîdên Teqîna Sûka Qamşlo ya 11ê Mijdara 2019 an bi bîranîn.

Bi dehan malbatên şehîdan, şênî û endamên şeredariyê beşdarî bîranînê bûn û li ser gorên şehîdan gul hatin danîn.

Merasîm bi durişmeya “Şehîd namirin bi dawî bû.

Back to top button