Li Iraqê di encamê xwepêşandanên li dijî Hikumetê de,heta niha 460 kes hatin kuştin û 20 hezar birîndar bûne.
Emerîka jî li dijî tundiya li ser xwepêşanderan, cezayan li ser 4 Iraqiyan disepîne.
Komseriya Bilind a Mafên Mirov li Iraqê ragihand ku di encamê xwepêşandanên Iraqê de, heta niha 460 kes hatin kuştin û 20 hezar birîndar bûne.
Endamê Komseriyê Elî Beyatî got:
Ji bilî kuştî û birîndaran, heta niha 2650 kes hatin binçavkirin.
Piraniya wan hatine serbestberdan, lê çarenûsa 160 kesî nediyar e.
DEWLETÊN YEKBÛYÎ YÊN EMERÎKAYÊ CEZA LI 4 IRAQIYAN SEPANDIN
Li aliyekî din û piştî şermezarkirina kuştina xwepêşanderan, DYE ceza li ser 4 Iraqiyan sepand.
Li gorî Wezareta darayî ya Emerîkayê” Ceza li ser Qeyis Xezeilî (Serkirdeyê koma Ehil Heq) û birayê wî Leys Xezeilî” hatine sepandin.
Her wiha li gorî wezaretê, ceza li ser fermandarê Ewlehiyê yê Heşda Şabî Hisên Falih Lamî jî hatine sepandin.