Di çarçoveya şerê rejîma Sûrî bi piştevaniya Rûsyayê li dijî çeteyên dewleta Tirk ên li Idlibê, Rûsya ragihand ku ew ê şerê xwe li dijî terorîstên li Idlibê berdewam bikin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov îro diyar kir ku ”ew ê bênavber têkoşînê li dijî terorîstên li Idlibê berdewam bikin.”
Lavrov di kongreyeke çapemeniyê, piştî hevdîtina bi hempîşeyê xwe yê Îtalî re got:
Me li ser berdewamiya şerê li dijî terorê berdewam kiriye, nemaze terorîstên li Idlibê.
Ev şerê me jî ji bo rêvekirina li ber vegera koçber û penaberan e.
Lavrov bang li civaka navdewletî kir ku li hemberî aloziyên mirovî yên li Sûriyê bi erka xwe rabin û cudahiyê nekin navbera ti kesî de.
Piştî binketina gera duyemîn a danûstandinên Komîteya Destûrî li Cinêvê, rejîma Sûrî bi piştevaniya balafirên şer ên Rûsyayê li dijî çeteyên dewleta Tirk ên li Idlibê êrîşên xwe dijwartir kirin û gelek herêm bi dest xistin.