Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid dibêje Armanc ji vegerandina koçberên Sûriyê û bicihkirina wan li herêmên dagirkirî, guhertina demografiyê û mayîndekirina dagirkeriyê ye.
Hemîd El-Ebid diyar kir ku Xaka ku dewleta Tirk behsa wê dike xaka Sûriyê ye û bi hêza çekê dagir kir û got:
“Tu mafê wê di diyakririna çarenûsa gelê Sûriyê de tune ye.
Rola dewleta Tirk di aloziya Sûriyê de ya herî mezin bû.
Bi sed hezaran şênî ji warên wan da koçberkirin. ”
El-Ebid diyar kir ku daxuyaniyên dawîn yên rayedarên Tirkiyê, gaveke ber bi sepandina dagirkeriyê ye û wiha bi dawî kir :
Em bang li civaka navneteweyî dikin ku destwerdanê bike û derfetê nede dewleta Tirk ku avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî ava bike.