Şerê Îsraîl û Hemas: 36 Roj

Di wextekî ku Xeza di bin êrişek dijawar ya Îsraîlê ye de, li paytexta Erebîstana Siûdî Riyadê lûtkeyek berfireh pêk tê.
Welatên Erebî û Îslamî ya Hevbeş bi awayekî awerte civiyan.
Di civînê de banga rawestandina şer û lêpirsînê hate kirin.
Di nava van bangawaziyan de, jimara filistîniyên hatine kuştin 11 hezar derbas kir.

Bajarekî ku bi wêraniyê re rûbirû mayî.

Nexweşxaneyên têne armanckirin û hewara birîndaran.

Ev der bajarê Xezayê ye ku 36 rojin di bin êrişeke dijwar ya artêşa Îsraîlê de ye.

Li Riyadê lûtkeya Erebî û Îslamî ya hevbeş

Di nava rewşeke wiha de, lîderên welatên Erebî û Hevkariya Îslamî li paytexta Erebîstana Siûdî Riyadê civiyan.

Ev civîn piştî şerê 36 rojan ku heta niha bêtirî 11 hezar Filistînî hatine kuştin pêk hat.

Bin Selman: Îsraîl ji sûcên li dijî sivîlan berpirsyar e

Welîehdê Erebistana Siûdî Muhammed Bîn Selman di axaftina vekirinê ya lûtkeyê de banga agirbesta li Xezayê kir û Îsraîl ji sûcên ku li herêma dorpêçkirî li dijî sivîlan pêk anîn berpirsyar nîşan da.

Bîn Selman wiha got:

“Em bi tundî şerê hovane û bêmerhemet li dijî birayên xwe yên li Filistînê şermezar dikin.

Em banga rawestandina operasyona leşkerî û peydakirina tiştên pêwist yên ji bo Xezayê dikin.”

Em bi karesateke mirovî re rû bi rû ne ku têkçûna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî nîşan dide.”

Reîsî: Niha ne dema axaftinê lê dema çalakiyê ye

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî beriya biçe Riyadê li balafirgehê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo Xezayê ne dema axaftinê lê dema çalakiyê ye.

Reîsî bang li rêberên welatên misilman kir ku derbarê Filistînê de bigihin biryareke teqez û bi temamî bi cih bînin.

Serokê Hikumeta Şamê Beşar Esad û Serokê Filistînê Mehmûd Ebbas jî beşdarî lûtkeyê bûn.

Ebbas destnîşan kir “Siyonîstên dagirker û piştgirên wan ji her zarok û jineke ku di vî şerê bê edalet de tên kuştin berpirsyar in.”

Qralê Urdunê Ebdullah: Îsraîl sûcê şer dike

Qralê Urdunê Ebdullah di lûtkeyê de axivî û got,

“Nehiştina Îsraîlê ji derbasbûna av, xwarin û dermanan ji bo Xezayê sûcê şer e.”

Serokê rejîma Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bê ku qala hevkariya bazirganî ya welatê xwe bi Îsraîlê re bike, xwest careke din xwe weke xwediyê filistîniyan nîşan bide.

Ji ber vê yekê di tevahiya gotinên xwe de, hat û çû qala hevkariya xwe ya bi Filistînê re kir.

Şerê navbera Îsraîl û Hemas: 35 roj

Back to top button