Li Yemenê 5 sivîl hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn ku hemû ji malbatekî ne

Li Rojavayê Yemenê, di encama êrîşên Hûsiyan de, 5 sivîl ku ji malbatekî ne hatin kuştin.

Berbanga îro, Komên Hûsiyan bi hawinan maleke sivîlan li başurê bajarê Hudeyda ya rojavayê Yemenê topbaran kir.

Di encamê de ji malbatekê, 5 sivîl jê zarokek hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyan, piştî vê êrîşê yekser Hûsiyan berê xwe dan mala tobarankirî û dorpêç kir û hemû parçeyên hawinên kom kir û veşart.

Paşê kesên hatin kuştin veguhestin Nexweşxaneya Leşkerî li şûna ku bibin nexweşxaneya sivîlan.

Hûsiyan, bi behaneya ku ev balafir a sîxuriyê bû û Koalisiyona Erebî ev êrîş pêk aniye, xwe ji pêkanîna êrîşê dûr kir.

Back to top button