Dewleta Tirk zêdeyî çil roj in bê navber êrîşî başûrê Kurdistanê dike. Di encama van êrîşan de cih û warên sivîlan bombebaran dike û dişewîtine, xwezaya başûr jî talan dike û didize.
PDK jî şirîkatiya mayîndekirina dagirkeriyê dike. Şirketa bi nave Cengiz a ku desthilata Erdogan piştgiriya wê dike bi alîkariya kesê bi nave Elî Ewnî yê PDK’yî ‘rêyên ewlekariyê’ çêdike, daran dibire û dibe Tirkiyê.
PDK, a ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê rewa dike, alîkariya şirketên Tirk dike ku xwezaya başûr jî talan bikin û bidizin.
Di van demên dawiyê de dewleta Tirk rojane darên li herêmên başûrê Kurdistanê dibire û bi kamyonan dibe Tirkiyê. Gelê başûr jî li dijî vê yekê bi hers e.
Şirketa bi navê Cengiz ku yek ji şirketên sereke rêjîma Erdogan piştgiriya wê dike piştî qirkirin û talana li bakurê Kurdistanê niha jî berê xwe daye başûrê Kurdistanê.
Ev şirket ji bo PDK’ê jî yek ji şîrketên pê bawer e ku xwe dispêrê. Balafirgeha li Hewlêrê, rêya Hewlêr-Altinkoprî bi vê şîrketê dan çêkirin.
Mînaka dawî ya vê yekê ew bû ku darên li Başûrê Kurdistanê hatin birîn û ew birin Tirkiyê. Şirîkê vê şirketê yê li Başûrê Kurdistanê endamê Polîtburo ya PDK’ê Elî Ewnî ye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê; 3 şirketên kirêkar ên ser bi Cengîz Holdîngê bi Elî Ewnî ve girêdayî ne û li başûrê Kurdistanê daran dibirin û dibin Tirkiyê.
Tê diyarkirin ji bo xaka ku baregehên leşkerî lê ne bê berfirehkirin, rê çêdike.
Sefîrê Bilind ê Tirkiyê jî diyar kir ku wan zevî ji rayedarên başûrê Kurdistanê kirîne û ji bo çêkirina rê dar birîne.