Basel-Meşa Enternasyonalîstan a ji bo azadiya Rêber Apo destpê kir

Li gelek welatên Ewropayê jî hem ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê hem jî, ji bo pêkanîan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gelek çalakî hebûn.

Li seranserî cîhanî gelê Kurd û dostên wan ji bo azadiya Rêber Apo di nava çalakiyan de ne.

Nêzî 200 enternasyonalîstên ji 13 welatên cuda yên cîhanê li bajarê Basel ê Swîsreyê li hev kom bûn û dest bi meşê kirin.

Meşa Mezin a Enternasyonalîstan ji sala 2017’an û vir ve bi rengekî kevneşop pêk tê.

Lewama îsal jî ev cara 8’an e ku ev meş pêk tê.

Meş wê ji Tehater Platzê heta ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Baselê dewam bike.

Di meşê de, wê di çarçoveya “Kampanya 100 hezar qert ji bo Îmraliyê” ji Postaxaneya Mark-platzê qert bêne şandin.

Li Romayê tevkariyên Rêber Apo ên ji bo têkoşîna jinê hatin nîqaşkirin

Her wiha bi wesîleya 25’emîn salvegera komploya navneteweyî, li Romayê jî bi pêşengiya jinên têkoşer konferansek hate lidarxistin.

Konferans li Fakulteya Giuris-prudenza ya Zanîngeha Roma 3 hat lidar xistin.

Di konferansê de gelek aktivîstên jin, akademisyen û hiqûqnas amade bûn.

Li ser navê Daîreya Çandê ya Şaredariya Roma VIII Maya Vetrî axivî û got:

“Konfederalîzma demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşniyarkirin ekolojî, demokrasî û azadiya jinê di nava xwe de dihewîne û ev model ji bo me referanse.”

Her wiha beşdarvanên Konferansê li ser rewşa Îmraliyê axivîn û diyar kirin ku divê ji bo rakirina tecrîdê têkoşînên mezin werin meşandin.

Li Londonê çalakiyên ‘ji Rêber Apo re azadî’ didomin

Devereke din a çalakiyan jî, London bû.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Îngilistanê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî li gelek cihan afîş daliqandin.

Li Navenda Civaka Kurd a Harîngey jî merasîma kart-postalan hate lidarxistin.

Li wir jî gelek kesan daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.

Li Başûrê Fransayê Meşa Azadiyê di roja 3. de ye

Back to top button