Berpirsê Mekteba Peywendiyan a YNK’ê Emîn Babeşêx der barê kuştina Zekî Çelebî de got ku ew ê di demek nêz de kujerê Çelebî eşkere bikin.
Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan HDP li Silêmaniyê bi şandeya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê YNK’ê civiya.
Piştî civîn bi dawî bû Berpirsê Mekteba Peywendiyan a YNK’ê Emîn Babeşêx der barê naveroka civînê de axivî.
Babeşêx got:
“Kuştina Zekî Çelebî ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve dosyayeke cidî ye.
Em ê di demek nêz de encamên lêkolîna kuştina Zekî Çelebî eşkere bikin.”
Her wiha Emîn Babeşêx der barê êrişa îro ya li ser bajaroka Axcelar jî ev tişt got:
“Em ne li gel şîdet û kuştinê ne. Em bi her awayî li dijî şîdetê û têkdana jiyana xelkê ne.”