HPG: 6 dagirker hatin cezakirin, dijmin 23 caran bi çekên kîmyewî êriş kir

Gerîlayên Azadiyê di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li artêşa Tirk ya dagirker dan.
HPG’ê ragihand di çalakiyên gerîlayên YJA Starê de li Zapê 6 dagirker hatin cezakirin. Her wiha artêşa Tirk 23 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kirin.
Li aliyê din HPG’ê ragihand li Herêma Serhedê ya bakurê Kurdistanê jî 13 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dagirkeran û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê ragihand berxwedana dîrokî a gerîla ya li herêmên Zap û Avaşînê didome û wiha hat gotin;

“Artêşa Tirk a dagirker li pêşberî berxwedana gerîla ku nikare encamê bigire sûcê şer dike û çekên kîmyewî bikartîne.

Artêşa dagirker 20’ê Gulanê li dijî hêzên me 23 caran çekên kîmyewî bikaranî, 33 caran bi balafirên şer û bi sedan caran jî bi hawanan bombebaran pêk anîn.

Li dijî dagirkerên ku dixwazin bi teknîk û rêbazên şerê qirêj encamê bigirin çalakiyên hêzên me dewam dikin.”

HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan de ev agahî parve kir;

“20’ê Gulanê li qada Werxelê ya Herêma Avaşînê hêzên me li dijî dagirkerên ku dixwestin bi çekên kîmyewî bombebaranê bikin çalakî kirin.

Heman rojê dagirkeran 7 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan qada Werxelê bombebaran kirin.

20’ê Gulanê li qada Şikefta Birîndaran ya Herêma Zapê li hêzên dagirker hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn.

Heman rojê li qada Kurojaro jî li dijî dagirkeran çalakî hate kirin. Di vê çalakiyê de jî 4 dagirker hatin cezakirin û yek jî birîndar bû.

Dîsa 20’ê Gulanê Artêşa Tirk a dagirker 16 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan qadên herêma Zapê bombebaran kir.”

HPG’ê ragihand 18’ê Gulanê hêzên gerîla li dagirkerên li Girê Dûpişkê ya qada Kêşanê a bi ser Herêma Heftenînê xistin.

Hat diyar kirin di vê çalakiyê de kamelya dagirkeran hatiye rûxandin û hejmara kuştî û birîndarên dagirkeran nehatiye zelalkirin.

HPG’ê diyar kir 18’ê Gulanê qereqola Sîrê a Artêşa Tirk ya li Şêladizê jî ji aliyê gerîlayan ve bi çekên giran hatiye hedef girtin.

Her wiha HPG’ê diyar kir 20’ê Gulanê qadên bi ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi balafirên şer, helîkopterên êrişê û obusan bi dehan caran hatin bombebarankirin.

HPG: Li herêma Serhedê 13 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li herêma Serhedê ya Bakurê Kurdisitanê jî daxuyaniyek da.

HPG’ê diyar kir ku di mehên zivistanê de di çalakiyên gerîlayan de herî kêm 13 dagirker hatine cezakirin.

HPG’ê eşkere kir, ne rast e ku di 9’ê mehê de jî 11 gerîla şehîd bûne û wiha got;

“Hêzên me yên li Serhedê di zivistanê de li hemberî dagirkeran çalakiyên xurt kirine.

Medyaya şerê taybet a dewleta Tirk nexwestiye çalakiyên gerîla yên li Bakur bibîne û ev çalakî ji raya giştî re eşkere nekiriye.

Hêzên me ji ber şertên zivistanê hê nû agahî dane.”

Back to top button