‘Meşa Mezin a Azadiyê’ 11 roj li pêy xwe hişt

“Encama meşê, wê bibe azadî û ev azadî, azadiya me tevan e.”
Meşvanên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ yê Wan û Qers bi vê peyamê, meşa xwe bi serdana navçe û bajaran domandin.
Îro jî di pêşwazîkirina meşvanan de, ji 7 salî heta 70 salî welatî beşdar bûn û dîmenên rengîn derketin holê.

‘Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji 2 baskan ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd pêk tê, 11 roj li pêy xwe hişt.

Baskê meşa Wanê li navçeya Serêkaniyê a Rihayê bûn

Baskê meşê Wan îro rêwitiya xwe ber bi navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ve dewam kir.

Di pêwazîkirinê de xelkê navçeyê eleqeyeke mezin nîşanî meşvanan dan.

Ji 7 salî heta 70 salî ji bo azadiyê meşiyan

Paşê, ji 7 salî heta 70 salî heta pêşiya avahiya DEM Partiyê meşiyan û dîmenên rengîn derketin holê.

Di daxuyaniya ku ji aliyê siyasetmedaran ve hate dayîn de banga rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd muzakereyê hate kirin.

Piştî daxuyaniyê, girseyê govend gerand û berê xwe dan navçeya Wêranşarê.

Li Wêranşarê coşa ‘meşa azadiyê’ di asta herî jor de bû

Xelkê Weranşerê jî, piştgiriya xwe a xurt a ji bo meşvanan bi coşa xwe diyar kirin.

Baskê Qersê piştî bîranîna li newala qesaban gihişt navenda Sêrtê

Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê jî piştî serdana li Newala Qesaban gihişt navenda Sêrtê.

Li Newala Qesaban ku goristana komî lê ye, qurbanî hatin bibîranîn.

Parlamentera DEM Partiyê Sebahat Erdogan bertek nîşanî avakirina avahiyan a li Newalê dan.

Sebahat Erdogan anî ziman dewlet ne tenê ji kesên kuştin, ji gorên me jî ditirsin.

Her weha di bîranînê de, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî kevok hatin berdan.

Meşvan piştre jî derbasî navenda Sêrtê bûn û heta avahiya Partiyê meş li dar xist.

“Encama vê meşê dê bibe azadî û ev azadî azadiya me tevan e”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun li vir axivî û got:

“Encama vê meşê dê bibe azadî û ev azadî azadiya me tevan e.”

Piştî peyamên siyasetmedaran, meşvanên baskê Qersê derbasî navçeya Misircê yê Sêrtê bûn.

Salîha Aydenîz: Gel ji dil ve xwedî li Meşa Azadiyê derdikevin

Back to top button