Li Şedadê cenazeyê şehîd Yasir El Hemade hat oxirkirin

Şêniyên Şedadê bi merasîmekî cenazeyê şehîd Yasir El Hemade li goristana şehîdan a navçeyê oxir kirin.

Şêniyên navçeya Şedadê, endamên saziyên sivîl û hevreyên şehîd ji bo oxirkirina cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Yasir El-Hemade li goristana şehîdan ya navçeyê kom bûn.

Şehîd Yasir 5’ê Sibata 2024’an dema li ser erka xwe bû, şehîd bûbû.

Di merasîmê de, endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Kantona Cizîrê Demhat Hesekê bal kişand ser têkoşîna şehîd Yasir û got:

“Aramî û destekftiyên gelên herêmê berhemên keda şehîdan e.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Yasir Beşîr El Hemade hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Back to top button