Meclisa Ciwanan a HDP’ê, di çarçoveya kampanya “Bikeve tevgerê” de li navçeya Cizîr a Şirnexê panela tecrîdê li dar xist.
Panel li ser tecrîda li dijî Rêber Ocalan tê meşandin hat lidarxist.
Parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr, Omer Ocalan, Dersim Dag û gelek ciwan tevlî panele bûn.
Beriya ku panel dest pê bike parlamenter Dag, axaftineke kir û da zanîn ku kampanya “Bikeve tevgerê” heta meha Sibatê ya sala 2021’an hatiye dirêjkirin û ev tişt got:
Di çarçoveya kampanya derbarê 9’ê Cotmehê Roja Komploya Navneteweyî û tecrîda li ser Rêber Ocalan me ev panele saz kir.”
Piştî axaftina Dag, panelê ji çapemeniyê re girtî dest pê kir.