7 jinên DAIŞ’î yên Tirk xwe radestî Tirkiyê kirin

Piştî êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakurê Sûrî, çeteyên DAIŞ’ê yên direvin berê xwe didin hevkarê xwe Tirkiyê.

Rojnameya el-Şerq el-Ewset li ser zimanê çavkaniyên ewlehî ragihand ku duh 7 jinên DAIŞ’î xwe radestî desthilatên ewlehî yên bajarê Hatayê kir.

Li gorî agahiyan, her 7 jinên DAIŞî, Tirk in û ji Kampa Holê reviyabûn.

Weke tê zanîn, dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên piştî 9’ê Cotmehê de ji bo çeteyan rizgar bike, bi zanebûn êrîşî kamp û girtîgehên ku DAIŞ’î lê dimînin kir û bi vê yekê gelek çeteyên DAIŞ’î reviyan.

DAIŞ’iyên reviyan derbasî Tirkiyê bûn, lê belê dewleta Tirk ji bo tawanbariya hevkariya bi çeteyan re ji ser xwe rake, ev demeke çeteyên biyanî dişîne welatên wan.

Heta niha tevî Emerîka, Fransa, Elmanya û Danîmarkayê 110 çete hatine şandin.

Leave a Reply

Back to top button