Şandina çeteyan ji bo Lîbyayê Erdogan di meha Çilê de wê li parlamenê şandina leşkeran pêşniyar bike

Dewleta Tirk a dagirker êdî berê çeteyên xwe dide Lîbyayê jî û navendên tomarkirina navên çeteyên ku bişînê Lîbyayê li Efrînê vedike.
Erdogan jî dibêje ew ê di meha Çilê de li parlamenê şandina leşkerên Tirk ji bo Lîbyayê pêşniyar bikin.

Dewleta Tirk a dagirker piştî Sûrîyê niha jî dixwaze Libyayê dagir bike.

Serokomarê Tirk Erdogan duh li Tunusê careke din ragihand ku ew heta dawî bi hemû hêza xwe piştevaniya hikumeta Wîfaq a Serac dikin û li ser daxwazeke şandina leşkeran ya ji bo wî welatî jî ew amade ne.

Erdogan îro jî tekez kir ku di meha Çilê de ew ê li parlamenê şandina leşkerên xwe ji bo Lîbiyayê pêşinyar bikin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî li ser mijarê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk li Efrînê navendên qeydkirina navên çeteyên ku wê ji bo Lîbyayê bên şandin, vekirin.

Şandina çeteyan ji bo Lîbyayê
Dewleta Tirk li Efrînê navendên qeydkirina çeteyan vekirin

Çavdêriyê tekez kir ku bi serpereştiya çeteyên bi navê Firqet Hemzat, Cebha Şamiya, Lîwa Mu’tesim û Lîwa Şamil heta niha 4 navend hatine vekirin û bi dehan çete navê xwe qeyd kirin.

Her wiha weke berdela şerê van çeteyan ê li Lîbyayê jî, wê her mehê ji her çeteyekî re di navbera 1800 û 2000 dolarî de pere were dayîn.

Beriya çend rojan jî malperên civakî yên bi ser çeteyên dewleta Tirk ve ragihandin ku 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku ji koçberên Şamê bûn, li Lîbyayê hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button