Abdulselam Mihemed yê bi nexweşiya ”MS” li benda dermankirinê ye

Koçberên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk ji cih û warên xwe koçber bûne, tevî şert û mercên zivistanê ji ber nexweşiyên xwe jî zexmetiyên mezin dikşînin.
Koçberê bi navê Abdulselam Mihemed ku ji ber nexweşiya MS felç bûye yek ji wan e û ji ber ti rêxistin alîkariyê nade nikare were dermankirin.

Koçberên ku ji ber êrîşên dagirker yên dewleta Tirk berê xwe dan Wargeha Waşokanî ji ber saziyên navnetewî alîkariyê nadin zexmetiyên mezin dikşînin.

Hêjmara koçberên li wargehê 5 hezarî derbas kir û di nav wan de hêjmareke zêde ya nexweş jî nehe.

Koçberê bi navê Abdulselam Mihemed yê 50 salî ku tevî malbata xwe ya ji 10 kesan ji gundê Deşîşê yê Serêkaniyê koçber bûye, ji ber nexweşiya Multiple Sclerosis  ku weke MS tê zanîn, zexmetiyên mezin dikşîne.

Ji ber nexweşiya xwe felç bûye, nikare bimeşe.

Nexweşiya Mihemed di temanê 7 salî de diyar bû û li tevahiya Sûriyê tenê komîteyek heye ew jî li Şamê ye, lewma Mihemed nikare here wir.

Abdulselam Mihemed bal kişad ser zehmetiya dermankirina nexweşiya xwe û diyar kir ku ji bo nexweşî giran nebe ew kortîzon distîne, lê her ku diçe tevgera wî kêmtir dibe.

Abdulselam Mihemed bang li komeleyên xêrxwaz kir ku ji bo dermankirina wî piştgiriyê bidin.

Leave a Reply

Back to top button