Li Reqayê, di nav de 2 zarok, 4 kes birîndar bûn

Li Reqayê, 4 sivîlên din bûn qurbana paşmahiyên DAIŞê.

Vê sibehê Li kampa Sehl El-Benet a li bakur rojhilatê bajarê Reqayê mayîneyek ku ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê maye, teqiya.

Li gorî agahiyên hêzên Asayîşê, di encama wê de, 2 zarok di nav de, 4 sivîl birîndar bûn.

Kesên birîndar jî ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyeke Reqayê.

Back to top button