Çiyakurd: Rûsya bi şantajan dixwaze hin xwestekan bi dest bixe

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd li ser mijara vekişîna hêzên Rûsî ji hin nuqteyên li Şehbayê, da zanîn ku ya dawî hewl dide bi rêya şantajan, hin xwestekan bi dest bixe û hebûna xwe li herêmê firehtir bike.

Bedran Çiyakurd diyar kir ku Rûsya tu carî bi temamî ji herêmê venakeşe, lê nêzîkatiyan bi rêya neçarkirin û zextên wiha, hewl dide tawîzan bigire.

Sêşemê, hêzên Rûsyayê nuqteyên xwe yên li gundên Til Rifet, Şêrewa û Kişteharê vala kirin.

Piştî vê valakirinê bi rojekê jî, dîsa zivirî nuqteyên xwe.

Çiyakurd: 2 egerên girîng ên vekişînê hene

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd di vê derbarê de, da zanîn ku 2 egerên girîng ên vekişîna hêzên Rûsî ji nuqteyên li Şehbayê hene.

Çiyakurd: Divê Rûsya bo gelên herêmê siyaseteke çareseriyê bimeşîne

Çiyakurd got ku pêwîst e Rûsya siyaseteke çareseriyê bo parastina mafên gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bimeşîne.

Çiyakurd: Heya niha Rûsya rola xwe ya garantor nelîstiye

Bedran Çiyakurd da xuyakirin ku heya niha Rûsya rola xwe ya garantor nelîstiye û bo girtina encamên rojane, kêşeyan derdixe.

Çiyakurd: Rûsya ti caran nade ber çavên xwe ku bi temamî ji herêmê vekişe

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber anî ziman ku Rûsaya ti caran nade ber çavên xwe ku bi temamî ji herêmê vekişe, berovajiyê hewl dide xwe hebûna xwe fireh bike.

Back to top button