Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD’ê) li bajarê Reqayê depoyeke veşartî ya çekan a DAIŞ’ê dît.
Navenda Ragihandina QSD’ê da xuyakirin ku yekîneyên lêgerînê li navenda bajarê Reqayê veşartgeheke mezin ku depoyeke çek û cebilxaneyê ya çeteyên DAIŞ’ê bû, di operasyoneke ewlehiyê de dît.
Her wiha QSD’ê jimareke mayîninên li derdora veşartegehê jî bêbandor kir.