Iraq..Sadir ji bo diyarkirina serokomariyê planek nû xistiye meryetê

Serokê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir dixwaze bi riya parlamenterên serbixwe hejmara yasayî ya parlamenterên tevlî civîna parlamentoya ji bo hilbijartina Serokomar bibin, temam bike.

Biryare 26’ê Adarê Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomarê Iraqê bicive.

Di 7’ê Sibatê de biryar bû serokomar were hilbijartin, lê wê demê ji ber nakokiyan û neamadebûna parlamenter civîn pêk nehat.

Niha Serokê Tevgera Sadir hewl dide ku bi riya van parlamenterên serbixwe rêjeya yasayî ya tevlîbûna civîna parlamentoya Iraqê ya ku biryare 26’ê Adarê pêk were temam bike.

Ji ber ku parlamenterên serbixwe qebûl kirine tevlî civînê bibin, Sedir peyamek spasiyê li ser hesabê xwe yê twitterê parve kir û wiha got:

“Her çiqas min rasterast nebihîstibe, lê bersivek hestpêkîrî ya birayên serbixwe têkildarî twittera min da dawî de hebû, ez spas dikim ku berjewendiyên nîştimanî li pêşiya berjewendiyên xwe yên taybet girtine.

Em bi israr in ku di demek herî kin de xelatek herî xweşik bidin, lê ne bi parvekirina kekan, ji ber ku ne em bi vê razî ne û ne jî ew.”

Li Iraqê bi giştî 40 parlamenterên serbixwe hene.

Back to top button