Şîdeta Polîsên Tirk di kemerayan de tomar bû

Nijadperestiya li dijî kurdan qet bi dawî nabe ..

li Qoser a Mêrdînê Piştî li darxistina cejna Newrozê Polîsên Tirk êrişî ciwana kir ..

Şîdeta polîsan ya piştî pîrozbahiyê bi kamerayan hate tomarkirin.

Piştî cejna Newrozê li Qosera Bakurê Kurdistanê, Polîsên Tirk êrişî meşa ciwana kir..

Ev dîmen nijadperestiya Polîsên Tirk li hemberî ciwanên Kurd radixe berçavan ..

Piştî ku 18 jê zarok 30 girtî serbest hatin berdan, di dema destgîrkirinê de dîmenên şîdeta polîsan derketin holê.

Polîsê ku hat hînbûn li Şaxa Ewlehiyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê erkdar e..

Di pîrozbahiya Newroza 21’ê Adarê ya li Nisêbînê hat lidarxistin de ketibû qadê.

Polîsê ku ket qadê ji ber bertekên ciwanan neçar ma dûr bikeve, di dîmenan de tê dîtin ku bi tiliyên xwe gef li ciwanan dixwe.

Her wiha hate ragihandin di newroz îsa de li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê 448 kes jê 173 zarok kes hatin binçavkirin.

Back to top button