KCK: Komkujî bi fermana Erdogan pêk hat

KCK’ê bi munasebeta 8. salvegera komkujiya Roboskiyê daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku yê fermana komkujiyê da Erdogan bi xwe ye û ji bo nîşan bidin ku kuştina Kurdan serbest e sûcdarên komkujiyê bi zanebûn nayên cezakirin.
KCK’ê diyar kir ku wê komkujiya Roboskî neye jibîrkirin û ji kûjeran hesab were pirsîn.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera komkujiya Roboskî ku 28’ê Kanûna 2011’an pêk hatibû û 19 jê zarok, 34 sivîl bi balafirên artêşa Tirk a dagirker hatibûn qetilkirin daxuyaniyek weşand û qûrbaniyên komkujiyê bibîranî.

KCK’ê bibîrxist ku dewleta Tirk a dagirker ji Dêrsîmê heta Zîlan, Agirî, Roboskî û Til Rifetê di her demê de li dijî Kurdan komkujî pêk aniye û diyar kir ku yê fermana komkujiya Roboskî daye Erdogan bi xwe ye.

KCK’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku tevî 8 sal li ser komkujiyê derbas bûne, heta niha sûcdarên komkujiyê bi zanebûn nayên darizandin û weha got:

Salvegera komkujiya Roboskî
KCK: Sûcdarên komkujiyê bi zanebûn nayên cezakirin

“Ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin qetilkirin û rayedarên dewlet û hikumetê jî ev yek qebûl kirin. Yên balafir bi kar anîn, yên ferman dan hemû eşkere ne, lê belê kesekî bi tenê jî nehate darizandin. Ji ber ku ferman ji asta herî bilind ve hatibû. Li Roboskî tenê kesên ku qeymeqam protesto kirin û kevir avêtin hatin darizandin. Sûcdar bi zanebûn nayên cezakirin. Bi vî rengî dixwazin nîşan bidin ku kuştina Kurdan serbest e.”

KCK bibîrxist ku bi heman armancê berî çend rojan hemû bersûcên doza JÎTEM’ê jî beraat kirin û got, “Hesabê van komkujiyan hemûyan tenê bi xurtkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê dikare were pirsîn.”

Salvegera komkujiya Roboskî
KCK: Roboskî wê neye jibîrkirin û ji kûjeran hesab bê pirsîn

KCK diyar kir ku komkujiya Roboskî wê ti carî neyê jibîrkirin û bi avakirina Kurdistana azad wê ji kûjêran hesab bê pirsîn û weha dewam kir:

“Yên li Roboskî û li Cizîrê hatin qetilkirin, dayikên Taybet, Cemîle, zarokên li Şehbayê hatin qetilkirin ji bo me sedema têkoşîna Kurdistana azad in. Ji bo bîranîna van şehîdên me wê têkoşîna azadiya Kurdistanê bi biryardarî bê meşandin.”

Leave a Reply

Back to top button