Li Şehbayê amadekariyên zivistanê

Jinên Efrînê di nav şert û mercên zehmet ên koçberiyê de jî xwedî li çanda xwe derdikevin. Efriniyên koçberî Şehbayê bûne, li gorî derfetên xwe yên kêm amadekariyên zivistinê dikin.

Demsala zivistanê ji bo xakê xwedî sud be jî, lê yê herî zêde zehmetiyên wê dikêşin kesên koçber û yên debara wan nebaşin

Efriniyên koçî Şehbayê bûne jî tevî hemû zehmetiyan bi derfetên kêm amadekariyên zivistanê bikin..

Sînem Habaş: Armanca me parastina çandê ye

Sînem Habaş, anî ziman ku li gel ji cih û warên xwe koşber bûne jî çêkirina van xwarinan dewam dikin û got:

Armanca me ew e ku em çand û edetên ku ji mezinên xwe dibînin biparêzin.

Wedad Îbişê: Koçberî nikare me ji çanda me dûr bike

Wedad Îbişê keça Sînem Habaş a ku di amadekirina van xwarinan de alîkariya dayika xwe dike destnîşan kir ku koçberiya wan rê li ber parastina kevneşopî û adetên xwe nagire.

Back to top button