Şêniyên Şedadê şehîd Ehmed Ugle oxir kir

6’ê Mijdarê di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk ya dagirker li gundê Tirwaziyê yê Reqayê şervanê QSD’ê Ehmed Şêx şehîd bûbû. Şêniyên Şedadê îro şehîd Ehmed bi merasîmekê oxir kir.

Cenazeyê şehîd Ehmed ji Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê hat wergirtin û ber bi goristana şehîdan a Şedadê ve hat birin..

Li goristanê, merasîma leşkerî hat lidarxistin û paşê axaftin hatin kirin. piştî torena leşkerî gelek axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji gelê herêmê re xwestin û diyar kirin ku ew ê têkoşîn û berxwedana li ser xeta şehîdan heta dawîkirina dagirkeriyê bidome..

Paşê wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin

Şehîd bi siloganên şehîd namire hat spartin.

Back to top button