HPG: 16 leşkerên dagirker hatin kuştin

Li Zap, Bêgova û Xakûrkê gerîlla bi ser çeperên hêzên artêşa Tirk de girtin.
Di çalakiyan de 16 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya HPG’ê encama çalakiyên dawî yên li dijî hêzên artêşa Tirk eşkere kirin.

Li gorî vê;

8’ê Mijdarê li herêma Zapê, dagirkerên li derdora qada Sîda bûna armanca lêdana çekên giran ên gerîlla.

Heman rojê li qada Çemço jî dema hêzên Tirk xwestin pêşde werin, gerîlla rê li pêşiya wan girt.

Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.

6’ê Mijdarê li herêma Bêgova a girêdayî Zaxo, hêzên girêdayî qereqola Girê Biyê bûn armanca çalakiya gerîlla.

Li vir 3 leşker hatin kuştin, 1 jî birîndar bû.

Li Qada Girê Cûdî jî dagirkerên li der dora Qada Şehîd Çekdar bûn armanca çalakiya gerîlla.

Di encamê de çeperek hat tinekirin û 5 leşker hatin kuştin.

Li herêma Xakûrkê jî 6’ê Mijdarê dagirkerên li derdora qada Girê Zirara ketin bin kontrola gerîlla.

Di çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn.

Têkildarî êrişên artêşa Tirk jî HPG’ê ev agahî dan:

8’ê Mijdarê Herêmên Parastinê yên Medyayê

4 caran bi bombeyên qedexekirî û 3 caran bi balafirên şer hatin bombardimankirin.

Back to top button